Here naverokê

Xurika Reş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xurika Reş
  • Cureyê nexweşiyê
  • berjeng û nîşan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xurika Reş an jî variyola (ji latînî: variolae) nexweşiyeke vegirtî ya xeternak û kujer e ku di mirovan de ji hêla vîrusa xurikê (Orthopox variolae) ve tê peydakirin. Ji ber rêjeya wê ya bilind a vegirtinê û mirinê, ew wekî yek ji nexweşiyên herî xeternak ên ku tesîrê li însanan dikin, tê hesibandin.[1] Ew bilqên taybet ên li ser çerm ku navê xwe didin nexweşiyê, wekî "xurik" an jî "bilq" tên binavkirin.

Piştî bûyerên dawî yên li Somalyayê di sala 1977an de û bûyera Janet Parker (mirina dawîn a ji wê nexweşiyê) a sala 1978an, ti bûyerên nû yên nexweşiya xurika reşê (smallpox) çênebûne; bûyera dawî li Almanyayê di sala 1972an de qewimîbû. Bi saya programeyeke tund a derzîkirin û kontrolê ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) û rêxistinên din ên tenduristiyê ve dihat birêvebirin, RTC karîbû di 26ê cotmeha 1979an de ragihîne ku vîrusa xurikê hatiye jinavbirin.[2]

  1. "Smallpox – Symptoms and causes". Mayo Clinic (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 20 nîsan 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 nîsan 2022.
  2. Barquet N, Domingo P (çiriya pêşîn 1997). "Smallpox: the triumph over the most terrible of the ministers of death". Annals of Internal Medicine. 127 (8 Pt 1): 635–42. CiteSeerX 10.1.1.695.883. doi:10.7326/0003-4819-127-8_Part_1-199710150-00010. PMID 9341063. S2CID 20357515.