
Salvegera Koça Dawî ya Aram Tîgran
Nivîskar Kakşar Oremar, di 17'emîn salvegera koça wî ya dawî de hunermendê mezin Aram Tîgran bi pîrtûkeke jînenîgariyê bi bîr tîne. Von Kamil Basergan.
COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne. Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
Subscribe:.rss.atom.json.md.m3u.pls
Live Last read · last published · next check
Saves to your Listen queue, to pick up on another day or another device.

Nivîskar Kakşar Oremar, di 17'emîn salvegera koça wî ya dawî de hunermendê mezin Aram Tîgran bi pîrtûkeke jînenîgariyê bi bîr tîne. Von Kamil Basergan.

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal plan dike ku ji bo sala xwendinê ya 2027/28an Dibistana Seretayî ya Riza Baran a duzimanî veke. Dibistan ewê bibe yekem dibistana seretayî ya Almanî-Kurdî ya li Almanyayê. Rêvebera giştî ya YEKMAL’ê birêz Günay Darici pêvajoya dameziranda vê dibistanê û plansaziyên xwe yên sibê rojê rave dike. Von Celil Kaya.

COSMO KURDI: Von Kamil Basergan.

COSMO KURDI: Von Kamil Basergan.

Li Almanya’yê li 7 eyaletan derfet heye, ku zarok di dibistanên dewletî de zimanê Kurdî wekî dersa zimanê dayîkê bixwînin. Herçend li Almanya’yê zêdeyî milyonek û 300 hezar Kurd dijîn jî zarokên ku diçin wan dersan gelek kêm e. Yek ji sedeman jî ew e, ku mamoste têrê nakin. Yekmal Akademî jî da ku vê valahiyê dagire bernameyeke perwerdekirina mamoste û dersdarên Kurdî Kurmancî li dar dixe. Ji…

Civîna bilind a NATO’yê li Enqere’yê bi rê ve çû. Rûsya wekî neyarê sereke hat dubare kirin, navê Çîn'ê derbas nebû. Civîn piştî tengezariyên di navbera Amerîka û welatên Ewropî de pêk hat ku Ewropiyan piştgirî nedabûn şerê Îran’ê. Trump dostaniya xwe ya digel Erdoğan çendîn car bin xêz kir û got ewê him motorên nû bifroşin Tirkiye’yê û him jî firokeyên Tirkiye’yê nûjen bikin. Di civînê de…

Bilindbûna germahiyê û karesatên jîngehî yên çend rojên dawî bi zelalî nîşan didin ku mirovahî divê bi lez li dijî têkçûna jîngehê tevbigere. Pispora jîngehpareziyê Dr. Mediha Sofî li ser bandorên vê pirsgirêkê û awayê helwesta li hember wê rave dike. Von Kamil Basergan.

Kurdên Îran’ê vê dawiyê ji ber şerê li Îran’ê gelek di rojevê de ne. Lê hin ji wan Kurdan gelek dûrî Kurdistan’ê ne û pirr nayên nas kirin. Kurdên Xorasan’ê. Mehdî Caferzade bixwe xelkê Xorasan'ê ye û behsa dîrok, çand û civaka Kurdî dike. Von Celil Kaya.

COSMO KURDI Von Kamil Basergan.

Komîsyona parlamenterî ya pêvajoya çareseriyê di rapora xwe de çarçove qanûnek pêşniyar kiribû, ku çav lê ye vê mehê were pêşiya Meclîsê. Lê belê nayê zanîn, ka ev qanûn dikare bibe bersiva bendewariyên aliyê Kurdî. Pisporê zanistên siyasî Sinan Önal şîrove dike. Von Celil Kaya.